Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk Êrîşî Serhildayên Kurd Dike


Çekdarên PKK'ê li Çîyayê Qendîlê hînkirina xwe werdigirin.
Karbidestestekî xwecihî li Tirkîyê dibêje, firokên şer û helîkopterên Tirk weşartgehên serhildayan Kurd bombebaran dikin, li nêzîkî tixubê Îraq û Îranê ku şerekî gur li navbera artêşa Tirk û çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) berdewam dike.

Bajarvanê bajarokê Şemzînan (Şemdilli) a Hakkarî'yê îro Pêncşemê got, wî dîtiye ku firok û helîkopterên ceng bombe direşînin ser Çîyayê Guman ku tê bawer kirin serhilda xwe tê de vedişerin.

Sedat Tore her wiha dide zanîn, ev du hefte ne ku leşkerên Tirk û serhildayên Kurd di nav şer û pevçûnan de ne û gelek gundî neçar mane ku ji cîh û warên xwe birevin.

Ofîsa şaredarîya Şemzînan'ê radigîhîne ku di pevçûnan de herî kêm 2 leşker hatine kuştin û 14 leşkerên duin jî birîndar bûne.

Raportên medyayê dibêjin bi dehan serhilda hatine kuştin, lê karbidest heta niha ranegihandine ku hajmara kuştîyên serhildayên ku şerî otonmîyê li herêma bi piranî Kurd in, çi qas e.
XS
SM
MD
LG