Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Pêşnîyara Budceya Hikûmetê Pejirand


Civata Senatoran ya Amerîkî îro Sêşemê pêşnîyara budceya xerckirinê ya bi nirxê 854 mîlyar dolaran pejirand ku rê li ber daxistina hikûmeta federalî bigire û dirav jibo hin beşên mezin yên hikûmetê peyda bike.

Civata Senatoran bi 93 beramber 7 dengan, budceya Wezareta Berevanî, Wezareta Saxlemî û Xizmetên Mirovî, Wezareta Kar û Wezareta Perwerdê qebûl kir.

Di paketa pejirandî de herwiha budceya kindemî ya jibo hikûmeta federalî heye ku dihêle ew heta 7’ê Berfanbarê vekirî bimîne. Ger budce nehata pejirandin, li ber bû hikûmeta federalî di 1’ê Cotmehê de bihata girtin.

Li ber e, Civata Nûneran ya Amerîka di hefteya were de dengdanê li ser paketa ku ji Civata Senatoran derbaz bûyî bike.

Qesira Sipî hefteya borî ragihandibû ku ger ew paket ji Civata Nûneran were pejirandin, hîngê Serok Donald Trump jî wê yekê îmza bike.

XS
SM
MD
LG