Civata Senatoran ya Amerîka îro pêşnîyara budceya kindemî erê kir ku pêşî li daxistina hikûmeta Amerîkî digire.
Li ber e ew pêşnîyar demeke derengir ya îro jibo dengdanê here Civata Nûneran ya Amerîkî ku hikûmeta Amerîkî vekiri bimîne.
Pêşnîyara ku di Civata Senatoran de hate pejirandin, nahêle ku hikûmeta Amerîkî bê dirav bimîne û heta destpêka meha donzdeh, Berfanbarê budceyê ji hikûmeta federalî re peyda bike.
Rêberê Komarîyan Mitch McConnell gotibû ku ewê piştgirîya pêşnîyarê bikin ku pêşî li daxistina hikûmeta Amerîkî bigirin.