Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Paketa Aborî ya Hember Korona Pejirand


Civata Senatoran ya merîka bi armanca alîkarîya karsaz, karker û pişeyên tendirustiyê yên ku jiber vîrusa koronaye zarar dîtîne, qanûna paketeke rizgarîya aborî ya bi 2.2 trîlyon dolarî pejirand.

Qanûn, piştî danûstanên di navbera Komarî û Demokratan de ku bi rojan berdewam kir, bi dengdana yekdengî hat pejirandin.

Qanûna ku tedbîrên bi 880 rûpelan pejirandîye, di dîroka Amerîkayê de alîkarîya aborî ya herî mezin e.

Piştî dengdana ser qanûnê, Civata Senatoran karê xwe heta 20'ê Nîsanê sekinand.

Bo karanîna paketa rizgariya aborî, divê qanûn ji alîyê Serokê Amerîka Donald Trump wê jî werê îmza kirin.

Hêjayê bîrxistinê ye ku li Amerîka jiber vîrusa korona 69,000 mirov nexweş bûne û zêdetirî 1.000 kes jî mirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG