Lînkên eksesibilîtî

Civata Senatoran Rakirina Obamacare Red Kir


Senatoya Amerîka rakirina bîma saxlemîyê, ku wek Obamacare tê zanîn, red kir.

Di dengdana Çarşemê de, ku bo Komarîyan têkçûneke mezin bû, 55 senator rakirina qanûna Obamacare red kir, ku 7 ji wan Komarî bûn.

Rêberê Piranîya Komarîyan Mitch McConnell, bê ku qanûneke nû pêşnîyaz bike, bang li senatoran kiribû ku dawî li bîma saxlemîyê bînin.

Ger pêşnîyaz bihata pejirandin, bi mîlyonan Amerîkî ewê bê bîma saxlemîyê bimana. Pêşnîyaza bo rakirina Obamacare û li şûna wê danîna qanûneke din jî, pêr Sêşemê hatibû red kirin.

Di senatoya ku 100 endamên wê hene de, 52 senator Komarî ne.

Serok Donald Trump, roja Sêşemê di jimareke twîtan de, Obamacare wek “êşkence” bi nav kiribû û ji senatorên Komarî xwestibû ku dawî li wê bîmê bînin.

XS
SM
MD
LG