Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Robert Byrd Koça Dawî Kir


Senator Robert Byrd, ku ji hemî endamên Kongirês a Amerîkî zêdetir xizmet kiriye, di jiyê 92 saliyê de koça dawî kir.

Peyvdarekî got, Senatorê Demokrat ji wîlayeta West Virginia li demjimêr 3-ê sipêdê li nexweşxaneka nizîkî Washington, DC koça dawî kir.

Byrd li sala 1952 wek endamê Civata Nûneran hat hilbijartin û li sala 1958 bo Senatê hat hilbijartin.

Senator Byrd li salên 1960-an dijatiya tevgera mafên sivîl dikir û endamê grûpa nijadperestên sipî-pîst Ku Klux Klan bû. Belê Senatorî daye xuya kirin ku ew şermezar e biramberî helwêstên wî yên dijatî kirina mafên sivîl .

Senator Robert Byrd, piştî 58 salên xizmetê li Kongirêsê, koça dawî kir.



XS
SM
MD
LG