Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Paketa Alîkarîyê ya bi Du Trîlyon Dolar Pejirand


Civata Senatoran paketa alîkarîyê ya bi 2 trîlyon dolar ya jiber vîrusa korona hatiye hazir kirin pejirand.

Paketa alîkarîyê li hember 0 redkirinê, bi 96 dengan hat qebûl kirin.

Li ber e ku Civata Nûneran jî roja Înê ser wê paketê dengdanê çêke.

Bi îmzaya Serok Donald Trump dê budçe were belav kirin.

Ew paketa alîkarîyê di dîroka Amerîka de ya herî mezin e.

Bi wê paketê tê çaverê kirin ku her malbatek 3000 dolar alîkarî bistîne.

Ji kompanîyan re heta 500,000 mîlyar dolar alîkarî dê were dayîn û 100,000 mîlyar dolar jî dê para nexweşxaneyan be.

XS
SM
MD
LG