Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Berbijarîya William Barr Pejirand


Civata Senatoran, berbijarîya William Barr ya bo Wezareta Dadê pejirand.

Barr, piştî ku Jeff Sessions dest ji kar berdabû, ji alîyê Serok Donald Trump ve bo wezaretê dadê wek berbijar hatibû raber kirin.

Berbijarê Trump, li hember 45 dengan 54 deng sitandin.

William Bar, ku di navbera 1991 û 1993’yan de dema George H. W. Bush serok bû, wezîrê dadê bû, dê bi sonda li Qesira Sipî bi awayekî fermî dest bi kar bike.

Demokratan, ser gotinên Willam Bar yên dijî vekolîna Rûsya, berbijarîya wî rexne kiribûn û bertek nîşan dabûn.

Berdevika Qesira Sipî Sarah Sanders, ser pejirandina William Bar got ku li Amerîka ‘’hiqûq û dad bi ser ketîye’’

XS
SM
MD
LG