Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Amerîkî ji Biden Helwesteke Tund Dijî Erdogan Dixwazin


10 Senatorên Amerîkî bi nameyekê ji Serok Joe Biden xwestin ku ser gefên dijî demokrasîyê yên li Tirkîyê, serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan wek berpirs bibîne.

Senatorên Demokrat û Komarî ji Biden re dîyar kirin ku Erdogan ser binpêkirina mafên Kurdan, şikênandina cudabîrîya sîyasî berpirs e û ew bi rêkên antîdemokratîk desthilata xwe xurt dike.

Wan senatoran bi bîr xist ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê di Hezîrana 2021’an de îdianameyeke ser girtina Partîya Demokratîk ya Gelan, ku di parlamanê de partîya mezin ya sêyan e, pejirandiye û bi wê biryarê fikarên kûr bi wan re çêbûne.

Senatorên bal kişand ku Erdogan di salên dawî de bo mafên HDP’ê sînordar bike kempeyneke sîstematîk dimeşîne.

‘’Belavkirina HDP’ê, desteserkirina endamên wê yan dûrxistina wan ji karê wan dê bo Tirkîyê encamên neyênî çêke’’ senatoran di dawîya nameyê de nivîsîn.

Ji senatorên Demokrat, Chris Van Hollen, Ron Wyden, Jeff Merkley, Jeanne Shaheen, Cory Booker, Ed Markey, û Sherrod Brown, ji Komarîyan James Lankford, Thom Tillis, tevî senatorê serbixwe Ankus King îmza avêtine.

XS
SM
MD
LG