Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Ser Çekdarên DAIŞ'ê yên Girtî û Revîyane Lêpirsînê Dixwazin


Cîgirê Serokê Komîsyona Îstixbaratê ya Senato Mark R. Warner û Senatora Komarî Susan Collins ji Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî xwestin ku ew ser çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên revîyane lêpirsîneke eşkere bikin.

Senatoran bi nameyekê ji Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî re dan zanîn ku li navendên desteserkirinê yên din bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de 10,00 endamên DAIŞ’ê hene û dîyar kirin ku 2000 kes ji wan ji Ewrupa û Rojhilata Navîn çûne Sûrîyê.

Wan amaje kir ku piranîya wan di çêkirina bombeyan de û di rêberî û propaganda de pispor in û gotin ku ew bo Amerîka û hevalbendên wê metirsîyan çêdikin.

Senatoran dîyar kir ku jiber operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê, Kurdan bala xwe daye ser têkoşîna dijî wê dewletê û ewê berevanîya wan navendên destesrkirinê ji berê zortir be.

Di nameyê de ji Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî hat xwestin ku ser çekdarên DAIŞ’ê yên ji revîyane û yên hîn desteserkirî ne lêpirsînekê bike û bandora wan ya li ser ewlekarîya Amerîka û hevalbendên wê hîn bibe.

Senatoran xwest ku daîre di nav du hefteyan de bersîva daxwaza wan bide.

XS
SM
MD
LG