Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Iowa Charles Grassley Ket Karantînê


Charles Grassley

Senatorê Iowa Charles Grassley dîyar kir ku bi vîrusa korona re rûbirû maye.

Charles Grassley yê 87 salî da zanîn ku wî testa vîrusa korona kiriye û ew ketiye karantînê.

Ofîsa senatorê Komarî ragihand ku Grassley xwe baş hîs dike, lê ser wî ti semptom tune lê ewê li ser daxwazên doktoran di karantînê de bimîne.

Grassley dîyar kir ku bo ew saxlemîyê biparêzin divê ew li gor tedbîrên dijî vîrusa korona tevbigerin.

Ew cara pêşî di sala 1980’an de bo Civata Senatoran hatibû hilbijartin û hîn jî serokê komîteya darayî ye.

Charles Grassley, ku serokê demkî yê Civata Senatoran e, bi rewişa vîrusa korona, bo seroktîyê dikeve rêza sêyan.

XS
SM
MD
LG