Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Amerîkî Dixwazin ku Karên Vîzaya Mazlum Kobanî Zûtir Biqede


Senatorên Demokrat û Komarî xwestin ku karên vîza yên bo Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî were lezandin.

Ew daxwaz ji alîyê senatorên Komarî Lindsey Graham û Marsha Blackburn û senatorên Demokrat Chris Van Hollen, Jeanne Shaheen û Richard Blumenthal ve hat kirin.

Senatoran ji Wezîrê Derve Mike Pompeo re nameyek nivîsîn û ji wî xwestin ku vîzaya bo Mazlum Kobanî bi awayekî bi lez were dayîn.

Wan da zanîn ku divê Kongres û Serok Donald Trump rewşa dawî ya bakurê Sûrîyê ji devê Mazlum Kobanî guhdar bikin.

Trump do Çarşemê bi twîtekê spasîya Mazlum Kobanî kiribû û gelê Kurd silav kiribû.

Wî gotibû ku ew çaverê ye ku General Mazlum bibîne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG