Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Komarî û Demokrat Dijî Tirkîyê Toleyan Dixwazin


Du senatorên Amerîkî ji rêvebirîya Serok Donald Trump xwestin ku dijî Tirkîyê jiber kirîna sîstema S-400 ya Rûsya, toleyan ragihîne.

Senatorê Komarî Lindsey Graham û Senatorê Demokrat Chris Van Hollen, ser toleyan dijî Tirkîyê nameyeke hevbeş nivîsîn û ji Wezîrê Derve Mike Pompeo re şandin.

Senatoran di nameyê de gotin ku ‘’Ji zû de ye sebir nema û êdî dem dema hiqûqê ye’’

Wan dan zanîn ku ger hiqûq pêk neyê ewê bo dewletên din ‘’peyameke xirab’’ be.

Wezareta Derve ser nameyê hîn ti daxuyanî belav nekiriye.

Pompeo hefteya borî dîyar kiribû ku jiber ku Tirkîyê sîstema berevanî ya Rûsya test dike, fikaran çêdike.

Wî gotibû ku bo girjîya di navbera Washington û Enqere de kêm bibe ew danûstandinan didomînin.

XS
SM
MD
LG