Lînkên eksesibilîtî

Amerîkî di Salvegera Êrîşên 11'ê Îlonê de Hezkirîyên Xwe Bîr Tînin


Îro salvegera şanzdeh ya 11'ê Îlonê ya êrîşên terorîstî yên El Qayde ye ku dijî Amerîka pêk hatibûn.

Serokê Amerîka Donald Trump jî hem li paytaxt Washingtonê û hem jî li New Yorkê beşdarîya bîranînan dike.

Trump merasîma bêdengîya li Qesra Sipî bi rêve bir ku di 8:40ê sibê de destpê kir, ew dema ku terorîstên El Qaydê firoka yekê li Navenda Bazirganî ya Cîhanî li New Yorkê xistibû.

23 deqe piştî êrîşa yekê, firoka duyê Navenda Bazirganî ya Cîhanî dabû û avahîya mezin hilweşîbû û dûkel ji ser wê bilind bûbû.

Trump dê herwiha pişikdarî li merasîma bîranînê ya li Pentagonê, ku ew jî bûbû armanca balafireke êrîşvanan, bibe û dû re jî tev li merasîma li New Yorkê bibe.

Cîgirê Serok Mike Pence dê serdana Shanksville, Pennsylvania bike û li cîhê ku firoka ji alîyê terorîstan ve revandî ketibû xwarê, beşdarî merasîma bîranînê bibe.

Hêjayî bîrxistinê ye di êrîşên dijî Navenda Bazirganîya Cîhanî de dora 3.000 kes hatibûn kuştin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG