Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyon Şerê Hikûmeta Sûrîyê Û DAIŞ’ê Dişibîne yê Tom Û Jerry


Li Palmîra berhemên dîrokî

Reuters’ê do Pênceşmê ragihand ku şandeya rikeberîyê li Cenevê red kiriye ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad bo jinûve sitandina Palmîra pîroz bike.

Yek ji rêberên rikeberîyê Nasr el-Harîrî da zanîn ku hikûmet û DAIŞ ew du car in jiber sedemên sîyasî Palmîra ji hevdu distînin û didin hevdu.

‘’Ger em lîstîka Esad û Palmîra bişopînin em dikarin bêjin ku wek temaşekirina Tom û Jerry e’’ Harîrî got.

Harîrî bi berdewamî dîyar kir ew him hikûmeta Esad him jî DAIŞ’ê wek terorîst dibînin.

Artêşa Sûrîyê di Adara 2016’an de DAIŞ ji bi temamî ji Palmîra derxistibû, lê rêxistina tundrê di Berfanbarê de bi awayekî surprîz, careke din bajarê dîrokî kontrol kiribû.

XS
SM
MD
LG