Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Yemenê Dîsa Xwepêşander Kuştin


Serbazên Yemenê Dîsa Xwepêşander Kuştin
Serbazên Yemenê Dîsa Xwepêşander Kuştin

Serbazên Yemenê roja Yêkşembî teqe li gropek mezin y xwepêşanderên dijî hikûmetê li Sena ya payetxet kirin, û kesek kuştin.

Teqekirina roja Yêkşembî tondûtîjîya herî nûye li Yemenê ji demê serok Alî Abdullah Salih bi awayek neçaverêkirî, roja Eynî, piştî sê mehan li Erebistana Saudî vegeriya welatî. Ew ji meha şeş ve piştî êrîşekê bo ser avahiyê wî bo derman kirina birînên xwe li wî welatî bû.

Roja Şembî, şer û pevçûn li navbera alîgirên serok û xandivanên xwepêşander li paytextê Yemenê layê herî kêm 40 kes hatin kuştin. Herwesa, hêzên hikûmetê êrîş kirin ser kempek xandivanan ku çend kes tê de bûne qorbanî.

Peyvdarek Ceneralê rikeber Alî Mohsen al Ahmar got layê kêm 11 serbazên ser bi wî hatine kuştin piştî çeperên wan ketin ber êrîşan.

XS
SM
MD
LG