Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê Betalkirina Biryara Berdana Demîrtaş Xwest


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê bo biryara berdana Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş îtiraz kir.

Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê roja Duşemê bi yekdengî biryara berdana Demîrtaş dabû, lê jiber ku wî jî dozeke 4 sal 8 meh ceza sitandibû nehat berdan.

Parêzerên Demîrtaş dixwazin ku 2 sal 10 mehên ku Demîrtaş di girtîgehê de maye ji cezaya wî were daxistin û ew were berdan.

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê da zanîn ku Demîrtaş jiber tawanên dijî ‘’pergala qanûna bingehîn’’ tê darizandin û bi bîr xist ku di van rewşan de berguman girtî dimîne.

Daxwaza pêdaçûnê ya Serdozgerîya Komarî ya Enqerê dê Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an ya Enqerê binirxîne.
XS
SM
MD
LG