Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Gotinan yê Ser Helebê Berdewam Dike


Şerê daxuyanîyan ya navbera Sûrîyê û Rûsya û welatên Rojava zêde bûye, piştî ku firokên Rûsî û yên rejîma Esad deverên Helebê yên bin kontrola serhildayan bomberan kir.

Balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûy (NY)î Samantha Power ji Civata Ewlekarîyê re got ku tiştê ku Rûsya dike û piştgirî dide, barbarism e, lê ne şerê dijî terorê ye.

Balyozê Brîtanî yê li NY Matthew Rycroft jî dîyar kir ku Rûsya ligel rejîma Sûrî tawanên ceng pêk tîne.

“Me digot rewşa Sûrîyê ji vê xirabtir nabe, lê xuye ye ku pir xirabtir bûye û Rûsya ligel rejîma Sûrî hevkarî dike û tawanên şer pêk tîne.”

Balyozê Fransî Francois Delattre jî got ku li Helebê tawanên şer têne kirin û divê kesên berpirs bêceza nemînin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon jî bang li hêzên cîhanê kir ku pirtir bixebitin û dawî li kabusa li Sûrîyê bînin.

Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Mualîm jî hin dewletan tawanbar kir ku piştgirî didin terorîstan, dû re jî hêstirên derewîn dibarînin.

XS
SM
MD
LG