Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Hêla Sûrîyê ya Sînorê Topbaran Dike


Karbidestên Tirk dibêjin, di encama guleyên ji alîyê din yê tixubê Sûrîyê de xortek hate kuştin, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestekî Tirk ji Associated Press re ragihand ku di şerê navbera Cepheya el Nusra ya giredayî El Qaydê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kurdî de hinek gule ketin alîyê Tirkîyê û bûn sedema kuştina xortekî.

Heman jêder dîyar kir ku wan jî bersîva wan êrîşan daye û hêla Sûrîyê topbaran kirine.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku Partîya Yekîtîya Demorkat (PYD) bajarê Serêkanîyê ji mîlîtanên Cîhadî paqij kirîye.

Rêxistinê da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 11 kes hatine kuştin ku 9 ji wan milîtanên radîkal in.
XS
SM
MD
LG