Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayê Kurd ku Keştîya Tirk Revandibû Hate Kuştin


Serhildayê Kurd ku Keştîya Tirk Revandibû Hate Kuştin

Karbidestên Tirk dibêjin, komandoyên wan waxtekî zûtir ya roja Şemîyê êrîşî ferîbota revandî kir û serhildayekî Kurd kuşt ku li ser wî madeyên peqînkar hebûn.

Rêwîyên keştîyê dibêjin, Hêzên Taybet berî sibeh avêtin ser ferîbota Kartepe ya ku li beravên bajerokê Sîlîvrî rawestîbû û nav çend deqeyan de revonek anku kesê ku keştî revand, kuşt.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Îdrîs Naîm Şahîn eşkere kir ku navê revonek Mensur Guzel ê 27 salî ye û ji Dîyarbekirê ye.

Şahîn dîyar kir, Guzel serokê baska ciwanan yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye li bajarê Kocaelî ye.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê her wiha got, karbidestan hewil da ku revonek îkna bikin, lê bizava wan serkeftî nebû.

Karbidestên Tirk got, peqînkarên plastîk li ser bedena Mensur Guzel hatine dîtin. Raportên zûtir digot ku revonek bi bombeyên derewîn hatibp dîtin.

Dema ferîbota Kartepe hate revandin, 18 rêwî lê hebûn ku 5 ji wan jin, 4 jî xebatkar bûn.

XS
SM
MD
LG