Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Serhilda Çend Pêşketin Dest Dixin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Londonê ye radigihîne, hêzên serhilda sê xalên kontrolê ya ser otobana Ariha û Lazqîya girte destê xwe.

Wek tê zanîn ew otoban Sûrîyê bi bajarê herî mezin Helebê re girê dide û heta tixubê Tirkîyê digeheje.

Çend komên serhilda jî ragihand ku hêzên opozîsyonê sê xalên kontrolê li ser otobana M5 girtine destê xwe û niha hewceyî pênc xalên din in ku rêya artêşê bibirin.

Serokê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan Ramî Abdulrahman got, operasyneke serketî ya serhildayan dikare rêkên ku artêşê digehîne bakur ku piranîya bingehîn leşkerî li wê derê ne, bêxe bin kontrola wan.
XS
SM
MD
LG