Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topbarana Serhildayên Sûrî 15 Sîvîl li Helebê Kuştin


Komên serhilda yên Sûrî dibljin ku wan dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku dorpeça hikûmetê ya ser rojhilata Helebê bişkênin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku di encama topbarana serhildayan de 15 sîvîl li li rojavayê Helebê hatin kuştin, 100 kesên din jî birîndar bûn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-moon jî do Pêncşemê daxwaza vekolîneke ser êrîşên esmanî yên ser xwendingehekê kiribû ku piranîok, nêzîkî 30 kes lê hatibûn kuştin.

Ban di daxuyanîya xwe de gotibû ku ger ew êrîş bi mebest hatiye kirin, hîngê ew yek tawana ceng e.

Serokwezîrê berê yê Brîtanya Gordon Brown jî, ku niha nûnerê taybet yê perwerde ya Neteweyên Yekbûyî ye, banga vekolîna tawanên ceng li ser heman êrîşê kribû.

Hem SOHR, hem jî Qesra Sipî gotibû ku firokên Rûsî yan Sûrî berpirsên êrîşa ser xwendingehê ne.

XS
SM
MD
LG