Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sudanî Wê Karkerên Çînî Azad Bikin


Karkerên Çînî li Sudanê

Serhildayên Sudanî dibêjin, ew dê li demekê nêzîk 29 karkerên Çînî azad bikin, ku berî hefteyekê li eyaleta Kurdofona Başûr hatibûn revandin.

Berdevkê Tevgera Azadîya Gelê Sudanê-Bakur ( SPLM-N)) Arnu Ngutulu Lod roja Duşemê got,rêxistina wî bi hikûmeta Çînê re ketîye nav danûstandinan.

Waxtekî zûtir, berdevkê wezareta derve yê Çînê Lui Weimin gotibû ku hikûmeta wî bi telefonê peywendî ligel karkerên Çînî kirîye û rewşa saxlemîya wan baş e.

Xebatkarên Çînî meha borî, dema avakirina otobanekê hatibûn revandin.

XS
SM
MD
LG