Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Berpirsîya Xwe Beramberî Teqîna Şamê Ragihand


Serhildayên Sûrî berpirsîya xwe beramberî teqîna roja Çarşemê li Şamê ragihand.

Di wê teqînê de rêberên mezin yên artêş û parastina rejîma Beşar El Esed hatin kuştin.

Li gorî serhildayan, teqîna Çarşemê destpêka dawî ya hikûmeta Esed e. Hêzên opozisyonê herwiha gefa teqîn û êrîşên din dikin.

Hevdem, şer û pevçûn li navbera hêzên hikûmet û serhildayan li Şamê berdewam bû. Nêzîkî 100 kes li seranerê wî welatî hatin kuştin.

Jibo encamdana gotûbêjan li ser tundûtûjîyên Sûrîyê, serok Barack Obama bi telefonê bi Serokê Rûsî Vladimir Putin re axivî.

Herdu rêber hevbîr bûn ku divê tundûtûjîya Sûrîyê bi dawî bê.
XS
SM
MD
LG