Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs - Hikûmeta Nû ya Îraqê

Endamên hikûmeta nû ya Îraqê.
Endamên hikûmeta nû ya Îraqê.

Piştî neh mehan ji danûstandinan, rêberên Îraqê hikûmeteka nû pêk anî ku nûneriya hemû partiyên serekî û komelên nijadî yên Îraqê dike.

Nuke, astengeke nû ya li pêş hikûmetê, ew jî rêvebirina bi eger bo cîh bi cîh kirina daxwazên gelê Îraqê ye. Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî çend pirsên serekî ragehandin, ji wan pirsa parastinê. Hêzên Amerîkî yên dawiyê, ku nêzîkî 50 hizar in biryar e heta dawiya sala bêt ji wî welatî derkevin. Ewey sala 2006’ê, li jêr rêveberiya hikûmeta Malikî, tundûtûjî li welatî gelek kêm bûne, lê hêşta gelek maye bête kirin da tenahî bi gehîte wî astî ku gelê Îraqê pêdivî pê heye û hejî ye hebit.

Ji karên din yên bi zehmet li pêş hikûmeta nû ya Îraqê, danana sistemeka baş ya elektrîkê ye. Îraq nuke pitir ji her demekê dî elektrîk heye, lê hêşta têra daxwaza welatiyan naket ku jimara wan her ya zêde dibe.

Hikûmeta nû û wezîrê elektrîkê yê nû gotbû, çareser kirina vê daxwaza giring dê ji prisên serekî bit.

Herçende ku moleta hebûna leşkerê Amerîkî li Îraqê ya nêzîk dibe, lê Amerîka dê berdewam digel Îraqê li ser pirsên têkelî bi parastinê û jînfrehiyê ve hey harîkariyê ket. Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton vê dawiyê got, nuha ku hikûmeta Îraqê hatiye danan, Amerîka çaverê dike ku têkelyên me yên aborî û parastinê berfirehtir bibe, û bizavê bike bo pişvebirina hevkariyê di warê zanistê, xandin û perwerdê, saxlemiyê, bihêz kirina rola qanûnê û rêvebirna ruhn, xûrtir kirina pêkguherîna kulturî û çandî û baştir kirina hevalbendiya me li hemû aliyên ku di Rêkeftina Stratijî de hatîne.

Pêkanîna hikûmeta nû, berê binaxe ye bo avakirina Îraqeka nû. Ew jî red kirina tundrêyan e yên ku bizav kiriye rêkê li piroseya demokratik bigirin û cudahiyê bêxne navbera Îraqiyan. Îraq welatekê mezin e ku paşerojeka hîvîdar ya li pêş û Amerîka dê mil bi mil digel hikûmeta nû rawestit da bo pêşverbirina destkeftên hatîne dest alîkariyê bike.

This item is part of

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG