Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs - Pak Kirina Îraqê ji Mîn û Bombeyan


Cl
Cl

Şerê 30 salan, her ji Şerê Îran-Îraqê heta nuke, Îraq di nav bombên jêr erdî û keresteyên peqandinê werbû ye. Welatên Yêkgirtî yên Amerîka digel Îraqê û rêkxistiyên ne-hikûmî yên navneteweyî kar dikin da zeviyên çandinê ji bombên jêr erdî pakij bikin û ku Îraqî mifayê ji erd û jêrxana aborî bikin.

Amerîka ewey sala 2003, pitir ji 200 milyon dollar mezaxtîne bo bernamên rakirina kersteyên peqandinê û bombên jêr erdî û ji nav birina çek û cebilxanên Îraqê. Alîkariyên diravî herwiha hatîne bikar anîn jibo hişyar kirina xelkî li ser xetera mînan û hîn û fêr kirina kesên di ber mînan keftbûn û sax mayne ve û heta hîn û fêr kirina seyên polîsî jî.

Li sala 2010, ofîsa rakirin û nehêlana çekan li Wezareta Derve ya Amerîkî bo alîkarî kirina bernamên weha nêzîkî 25 milyon dollar dabûn. Bi rêka van alîkaryên diravî û bi piştevaniya hevalbendan, bombên jêr erdî û keresteyên peqandinê ji pitir ji 18 milyon mitrên du-car li seranserî Îraqê hatine rakirin. Ev çende harîkarya pêşveçûna aboriyê û çandinê li seranserî wî welatî kiriye.

Her li sala 2010, Wezareta Derve nêzîkî 35,000 mêr, jin û zarokên Îraqê hîn û fêr kirin ku çewa xwe ji mîn û kersteyên peqandinê biparêzin. Yêk li wan bernama ya rêkixistîyeke ne-hikûmî bû binavê “The Spirit of Soccer.” Rahênerên topa pê hatine hîn û fêr kirin ku genc û nûgehan ji metirsîyên mîn û bombên jêr erdî agadar biken. Ev agadariya li hemi deverên Îraqê hate belav kirin.

Wezareta Derve di vî warî de harîkariya diravî daye gelek hevalbendan, ji komelên ne-hikûmî yên navneteweyî bigire heta digehîte yên Îraqî û rêkixistîyên biçûk yên xwecihî yên Amerîkî û bernama ‘Mine Action Team’ ya Neteweyên Yêkgiritî. Armanc ji van hemî bizavan ne bitenê ew e ku gelê Îraqê ji xeterê biparêzin belku da Îraqê ew şiyan hebit ku serbixwe bernamên weha bi rêve bibet.

Li gor ragihandina Neteweyên Yêkgiritî, we bawer dihête kirin ku nêzîkî 1,730 kîlometrên du-car ji erdê Îraqê hêşta ji nêzîkî 20 milyon bombên jêr erdî û bi milyonan kersteyên biçûk yên peqandinê ne hatiye pakij kirin. Nêzîkî 90 li sedê ji van deveran, zeviyên çandinê ne. Ji ber hindê pakij kirina wan deveran ya pêdivî ye û ji aliyê parastinê ve pirseka serekî ye.

Welatên Yêkgiritî yên Amerîka ji hemî welatên cîhanê pitir ji alî yê diravî ve piştevaniya bizavên rakirina keresteyên peqandinê û bombên jêr erdî dike. Amerîka her li ser pêgirtina xwe ye ku alîkariyê bike da gefe li ser zeviyên çandinê û jêr xana aborî ya Îraqê nemînit.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG