Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jacques Chirac Serokê Berê Yê Fransa Koça Dawî Kir


Jacques Chirac serokê berê yê Fransa

Serokê berê yê Fransa Jacques Chirac roja Pêncşemê di jiyê 86 saliyê de koça dawî kir.

Chirac serokê herî pêşiyê bû yê ku rolê Fransa di Cenosîda Holocaust de erê kirî û li dij êrîşên Amerîka bû, yên sala 2003an bo ser Îraqê.

Zavayê wî Frederic Salat-Baroux gotîye ajansên nûçeyan, ku xezûrê wî Jacques Chirac di nava hezkiryên xwe û bi tenahî roja Pêncşemê koça dawî kir û xatir ji wan xwest.

Jacques Chirac bo 2 termên desthilatê serokê Fransa bû, ji sala 1995ê heta sala 2007an.

Jacques Chirac demek dirêj nûnertîya rastgirên mihafizkar dikir li Fransa. Ji sedema bihêzbûn û hêvîyên wî, li destpêka jiyana wî ya gencatî û siyasî nasnavê "Bulldozer" bi wî hatbû bexşîn.

Chirac bi dîplomatekê cîhanî yê bihêz dihat naskirin, lê ew neşiya rewşa aboriya Fransa çareser bike û herwiha nekarbû ajawegêrîyên di salên 2005an de yên di navbera polîs û xurtên kemaniyên li Fransa de zû tena û kontrol bike.

Jacques Chirac, piştî sala 2007an ji desthilatê derket, rewşa wî ya tendirustî xerab bûbû.

XS
SM
MD
LG