Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok bi Malbatên 11 Karmendan Kom Dibe, ku li Berava Louisiana Hatîbûn Kuştin.


Serokê Amerîka Barack Obama roja Pencçemê ligel kes û karên 11 karmendan kom dibe, ku di peqîna bîra neftê de li berava Louisiana hatîbûn kuştin.

Seraya Sipî ragehand ku serok wê sersaxîya xwe raberî malbatên qûrbaniyan bike. Serok her wiha ji malbatan bipirse, ku bîr û boçûnên wan ya li ser bîrên neftê li beravên deryayê çi ne û hikûmet dê çawa bikaribe qanûnan bigûhere, da ku derxistina petrolê ji bîrên nav deryayê ewletir bin.

Serok Obama roja Pencşemê her wiha ligel rêberên her du baskên Kongresê kom dibe, jibo gotûbêj kirina herikîna neftê. Hem Senate, hem jî Civata Nûneran berdewam rûniştina li ser heman keşeyê dikin.

Tevî ku heft hefte li ser rûdana peqînê derbaz bûye, paqij kirina Kendava Meksîko ji herikîna neftê hîn jî berdewam e û heta niha encamên erênî bidest neketine.



XS
SM
MD
LG