Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dibêje Pêdivî ye Îran Behayî Plana Kuştinê Bide


Serok Obama Dibêje Pêdivî ye Îran Behayî Plana Kuştinê Bide
Serok Obama Dibêje Pêdivî ye Îran Behayî Plana Kuştinê Bide

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje Washington ya hizra hemû bijaran dike dijî Îranê piştî plana wê bo kuştina balyozê Erebistanê li Amerîka.

Rêzdar Obama ev têbînî dan li konfiranseka rojnamevanî digel Serokê Koreya Başûr Lee Myung-bak li Washington.

Wî got eşkere ye ku hindek kes li hikûmeta Îranî agehdarî wê planê bûn, û got eve pişkeke ji reftareka bi xeter û xemsar ya hikûmeta Îranê.

Rêzdar Obama got Tehran li mêje li dervey qanûn û pîvanên navneteweyî reftarê dike û got, Amerîka dê misoger bike ku Îran “behayî reftarek weha bide.”

Serokê Amerîka got li pêngava yekê, kesên têkelî wê planê bibûn dê bên dadgeh kirin. Wî herwiha got bo pitir vederkirina Îranê, Amerîka dê cezayên tundtir dane ser wî welatî.

XS
SM
MD
LG