Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dibêje Rêjîma Çil Salî ya Qezafî bi Dawî Hat


Serok Obama Dibêje Rêjîma Çil Salî ya Qezafî bi Dawî Hat

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje mirina rêberê Lîbya Muamer Qezafî bi dirustî piştrast dike ku rêjîma çil salî ya Qezafî bi dawî hatiye.

Serok Obama roja Pêncşembî li Seraya Spî axift. Wî got berî salekê, hizra Lîbyayeka azad ne mimkin dihate dîtin. Serok Obama pîrozbayê li gelê Lîbya kir bo daxwazkirina mafên xwe.

Rêzdar Obama got, gelê Lîbya niha berpirsyaryek mezin heye da welatekê fire alî, bênfire û dimokrat ava bikin, û ji gelê Lîbya xwest ku digel civaka navneteweyî berdewam kar bikin bo dest bi ser dagirtina keresteyên bi xeter û rêzê li mafên welatîyan bigirin.

Serok Obama hişdarî da ku rêka berev dimokrasîyek dirust dê dirêj û rojên zehmet û dijwar yê li pêş. Wî got Amerîka pêgirtin heye beramber gelê Lîbya.

Senatorê Amerîkî û berbijarê berê yê partiya Komarî John McCain roja Pêncşembî got mirina Qezafî “nîşana bi dawî hatina qûnaxa yekê ya şorişa Lîbya ye.” Wî ji Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropî û Erebî xwest ku piştevaniya xwe bo gelê Lîbya bi xortir bikin.

Li Neteweyên Yêkgirtî, Sekreterê Giştî Ban Kî-moon got mirina Qezafî guhartinek dîrokî ye bo Lîbya. Wî her wiha ji hemî çekdaran xwest ku çekên xwe danin û got welatê wan bi tenê bi yekgirtinê û li hevhatinê dê paşerojek hîvîdar hebe.

XS
SM
MD
LG