Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dibêje Rêberên NATO li ser Sîstema Mûşekên Berevaniyê Rêkeftin


Serok Obama Dibêje Rêberên NATO li ser Sîstema Mûşekên Berevaniyê Rêkeftin
Serok Obama Dibêje Rêberên NATO li ser Sîstema Mûşekên Berevaniyê Rêkeftin

Serokê Amerîka Barack Obama dibêjit, rêberên NATO, bo cara yekê, gehiştine rêkeftinekê li ser sîstemeka mûşekên berevaniyê ku dê hemî welatên endam vegirit.

Ev peyame hate ragehandin li roja yekê ya kombûna bilid ya hevalbendî ya leşkerî li Lisbon paytextê Portugalê.

Rêberên NATO herwesa piştevani ya peymana START digel Rusya kir, ku serok Obama roja Pêncşembî got bo parastina niştîmanî pêtvî ye.

Sîstema berevaniyê ya mûşekan, yêke ji pêkhatên serekî yên stratejî ya nû ya NATO, ku roja heynî ji layê rêberên wê hevalbendî yê hate pejrandin.

Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen got pejrandina belgenama nû pêngaveka dîrokî ye bo hevalbendî ya 28 endam. Di belgenamê de behsê nexşên hevalbendî yê hatiye kirin ku çewa astengên parastinê li seda 21ê bêne çareser kirin.

Caverê dihête kirin ku rêzdar Obama nexşeka çar salî ragehînit bo vekêşana 130,000 hêzên NATO, ku biryare sala bêt destpêket û hêdî hêdî dê kontrola parastinê dete destê hêzên parastina Afganî.

XS
SM
MD
LG