Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Piştevaniya Endametiya Hindistanê li Civata Tenahî Dike


Serok Obama li Hindistanê, Duşembî, 8 meha 11, 2010.
Serok Obama li Hindistanê, Duşembî, 8 meha 11, 2010.

Serokê amerîkî barack obama dibêje ew piştevaniya encam dana reforman li Civata Tenahî ya netewên yêkgirtî dike û dixwaz e ku hindistan bibe endama herdem li civatê.

Di gotarekê de li parlemanê Hindistanê, serok obama roja Duşembî got ku amerîka dixwaz e Civata Tenahî pitir çalak û bawerpêkirî be, ji ber vê yekê ew piştevaniya bi endambûna Hinistanê dike wek endameka herdem li Civata Tenahî.

Serok Obama her wiha daxwaz kir ku Hindistan û Pakistan danûstandinê bikin jibo kêm kirina aloziyên navbera herdu welatan.

Serok Obama roja Duşembî seredana sê-rojî ya xwe jibo Hindistanê bi dawî anî, piştî bi Serokwezîr Manmohan Sing re kom bû.

Serok roja Sêşembî seredana xwe bo îndonêziya destpê dike. 

XS
SM
MD
LG