Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Rêz ji Serbazên Amerîka li Îraqê Girt


Serok Obama Rêz ji Serbazên Amerîka li Îraqê Girt

Serokê Amerîka Barak Obama sopasiya wan serbazan kir ku li Îraqê xizmet kirine, li demekê de hebûna leşkerê Amerîka li wêderê diçe û kêm dibe.

Serok, ku xanima yêkê ya Amerîka Michelle Obama li gel bû, roja Çarşemê, li bingehê leşkerî yê Fort Bragg li North Carolina, wilayetek başûra rojhilata welatî axift.

Li demekê de dawîn serbazên Amerîka xwe amade diken ku ji Îraqê derkevin, wî got Amerîka Îraqek xwedî serverî, cihgirtî û li ser gavên xwe li pişt xwe dihêle. Wî ew yek mîna destkeftek gelek mezin şirove kir. Wî got niha paşeroja Îraqê di destên gelê Îraqê de ye.

Wî got serbazên Amerîka li hemberî şerên tund, kiryarên xwekujiyê û êrîşên stêregiran bi awaya bihêz rawestan. Wî rêz ji nêzîkî 4,500 serbazên Amerîkî girt yên di nav nêzîkî neh salên şerî de hatine kuştin, di nav de 200 serbaz ji bingehê Fort Bragg.

Heta 31ê vê mehê hêzên Amerîka dê ji Îraqê bên vekêşan. Şerê Îraqê ku li meha sê sala 2003ê destpêbû, bû egera kuştina bi dehan hezar Îraqiyan.

XS
SM
MD
LG