Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afganî Daxwaza Demûdest Vekêşana Hêzên Bîyanî Dike


Serokê Afganî Hamîd Karzayî dibêje wêneyên leşkerên Amerîkî ligel paşmayên termên bombevanên xwekuj ku dilê mirov teng dike, tenê tiştekî nişan dike ku divê hêzên bîyanî di zûtirîn dem ji Afganistanê derkevin.

Seroke Afganî Karzayî di daxuyanîyekê de roja Pêncşemê, got veguhestineke bilez ya erkên ewlekarîyê, rêka bi tenê ye ku dawîyê li vê serpêhatîya xemgîn li Afganistanê bîne.

Birêz Karzayî bi tundî karê van leşkerên Amerîkî şermezar kir û got ew tiştekî ne mirovane bû ku ev wêne bêne kişandin û parve kirin.

XS
SM
MD
LG