Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jibo Serdanake Fermî li Tirkîyê ye


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan bi hevre ne. Stenbol, Tirkîye, Nîsan 19, 2012

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî, îro Pêncşemê jibo serdaneka fermî ya du rojî, hat Tirkîyê. Mesud Barzanî di çarçova serdana xwe de li Stenbolê li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan re kom bû. Di kombûnê da Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay, Serokê Dezgeha Îstîxbarata Tirkîyê (MÎT) Hakan Fidan û Musteşarê Wezareta Karê Derveyê Feridun Sinirlioglu jî amade bûn. Hêjayî gotinê ye ku saetek berîya kombûna bi Mesud Barzanî re, Serokwezîr Erdogan bi serokê MİT’ê Hakan Fidan re civinek taybet kir.

Hat ragihandin ku hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê zêdetir li ser kêşeya sîyasî ya li Îraqê, rewşa Sûrîyê û tekoşîna dijî PKK’ê bin. Konferansa Netewî ya Kurdan ku tê plan kirin li Hewlêrê were darxistin jî, dê mijareke sereke ya hevdîtinan be. Hêjayî gotinê ye ku Tirkîye naxwaze PKK di koneferansê de were temsîl kirin.

Mesud Barzanî piştî ku li Stenbolê dê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re jî kom bibe, roja Înê dê derbazî Enqerê bibe.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG