Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Daxwaza Alîkarîya Aborî Dike


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad, di hilcivîna aborî ya herêmî ya li Tirkîyê de xwanê dibe.

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad, di hilcivîna aborî ya herêmî ya li Tirkîyê de, ligel rêberên pişikdar kom dibe û bizavê dike ku alîkarîya aborî wergire. Rewşa Îranê dijwar bûye, jiber tole û giwaştinên navnetewî yên girêdayî bernameya navokî ya wî welatî.

Birêz Ahmedînejad, di kombûna Rêxistina Hevkarîya Aborî de ku li Stenbolê didome axaftinek kir û serokatîya demkî ya rêxistinê raberî Tirkîyê kir. Wî got, li pêş rêxistinê gelek derfet hene ku hevkarîya heyî xûrtir bike.

Serokê Afganîstanê Hamîd Karzayî, Serokê Pakîstanê Asif Alî Zerdarî û Serokomarê Îraqê Celal Talabanî jî di nav rêberên pişikdar de cîhê xwe digirin.

Wezîrên derve yên Îran, Tirkîye û Azerbeycanê jî di kombpnê de qayîl bûn ku li ser bazirganî, kêşeyên aborî û jîngehî û her wiha, li ser têkoşîna dijî terorê û qaçaxcîtîya çek, muxadaret û mirovan hevkarîyê bikin.

Ev hilcivîn 1 meh berî destpêbûna danûstandinên li ser bernameya navokî ya Îranê tê lidar xistin ku bi tevlî bûna 6 welatên hêzdar yên cîhanê, dê li Stenbolê bête kirin.

XS
SM
MD
LG