Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê li Kombûna NÊ Rexna li Rojava Digre


Serokê Îranê li Kombûna NÊ Rexna li Rojava Digre

Serokê Îranê Mahmoud Ahmedinejad roja Pêncşembî rexne li Amerîka, Îsraîlê, û rojava girt û xetabar kirin bi azrandina şerî û handana alozîyan li cîhanê û belavkirina zordarîyê.

Di gotarekê de li Civata Giştî ya Neteweyên Êgirtî, rêzdar Ahmednejad herweha hêzên ku bi hêzên qebe yên rojava dane nasîn bo kêşeya aborî û newekhevêya civakî li cîhanê binaskarkirin.

Demê Serokê Îranê gotara xwe dixand, nûnerên Amerîka, Fransa û çend welatên din ji kombunê derkeftin.

Herweku gotarên xwe yên berê li NÊ, rêzdar Ahmedînejad daxwaza riforman kir li NÊ dûrî desthilata welalên hêzdar yên Rojava. Wî got welatên hêzdar yên Rojava êrîşa terorîsmê li 11 Îlonê li sala 2001 dijî Amerîka kire behane bo êrîşan li ser Îraqê û Afganistanê bikin.

Îranê digel hikûmetên Ewropa û rêveberiya Serok Obama jêknegirtin hene li ser bernama wê ya navokî.

XS
SM
MD
LG