Serokê Îraqê Celal Talabanî daxwaz ji Îranê û Tirkiyê kir da topbaran kirina deverên Kurdistan Îraqê rawestînin. Rêzdar Talabanî got gelek xelkê sivîl buyne qurbanîyê wan topbaranan.
Di gotara xwe de, rêzdar Talabanî ji Tirkiyê û Îranê xwast bi rêkên diplomasî û danûstandinan kêşeyên xwe çareser bikin.
Rêzdar Talabanî herweha ji welatên din xwest ku li Îraqê kardariyê bikin û got welatê wî yê têtev serxwe piştî bi dehan salan ji şerê navxwe û derve û tolên navneteweyî.
Rêzdar Talabanî li roja sê ji kombûna Civata Giştî ya Neteweyên Yêkgirtî axift. Wî got Îraq ya li ser qanûnekî kar diket da kardar û sermaya wan biparêzit.