Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misirê Diçe Îranê


Mehemed Mursî
Karbidestekê ofîsa serokatiya Misirê ragihand ku Mehemed Mursî li dawiya vê mehê serdana Îranê dike û li konferanseke navneteweyî beşdar dibe, li gor ajansa Assoicated Press.

Ev cara yekemîn e Mursî serdana Îranê bike.

Têkeliyên navbera Misir û Îranê pir aloz bûn piştî Misirê li sala 1979'ê rêkeftina aştiyê bi Îsraîlê re mor kir.

Li dema serokatiya Husnî Mubarek, Misir piştgîriya Erebistana Saudî û welatênd in yên Sunnî dikir li bizavên xwe jibo vederkirina Îranê.

Pêş ku biçe Îranê, Mursî serdana Çînê dike.
XS
SM
MD
LG