Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Welatê Malawi Jiber Nexweşîya Dil Koça Dawî Kir


Serokê Malî yê berê Bingu wa Mutharika
Serokê Malî yê berê Bingu wa Mutharika

Jêderên dîplomatîk dibêjin, Serokê Malawi Bingu wa Mutharika jiber krîzeke dil mir, lê heta niha daxuyanîyeke fermî li ser mirina wî nehatîye dayîn.

Jêderên dîplomatîk dibêjin, serokê berê yê 78 salî roja Pêncşemê kete xwarê, piştî ku mala xwe ya li paytaxt Lilongwe nexweş ket.

Ew demûdest ji nexweşxanê re hate veguhastin, lê li wê derê koça dawî kir.

Serokê berê yê Malawi Bakili Muluzi roja Înê bang li karbidestan kir ku pêzanînên ser mirina birêz Mutharika eşkere bikin.

Muluzi her wiha got, eger serok mirîye, qanûna bingehîn ferman dide ku cîgirê wî bibe serok, heta ku hilbijartin werine kirin.

XS
SM
MD
LG