Serokê Yemenê Alî Abdullah Salih jibo tedavîbûnê tê Amerîkayê. Serok Salih berî çûyîna xwe daxwaz ji gelê xwe kir ku jiber hemî şaşitî û kêmahîyan wî yên li desthilata wî ya 33 salan wî biborînin.
Birêz Salih roja Yekşemê bi forokeke taybet berê çû Omanê û ji wê derê jî wê here New York’ê.
Daxuyanîyeke Wezareta Derva ya Amerîkî roja Yekşemê ragihand ku serdana birîz Salih ya Amerîkayê, jibo mebesta tedavîya saxlemîyê hatîye pejirandin û mayîna wî tenê jibo demeke kin be.
Serokê Yemenê Alî Abdullah Salih di êrîşeke bombeyî ya dijî qesra wî de bi giranî birîndar bibû û jibo dermankirina birînên xwe çend mehan li Erebistana Saudî mabû.