Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frank-Walter Steinmeier Bû Serokomarê Nû yê Almanya


Serokomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier

Frank-Walter Steinmeier, ku berê Wezîrê Karên Derve yên Almanya bû, wek serokomarê 12'an yê wî welatî hat hilbijartin.

1200 endamên Lijneya Hilbijêr ya Federal do Yekşemê li Meclîsa Federal ya Berlîn'ê kom bûn. Di dengdanê de, Steinmeier 931 yek deng sitand û bû serokomarê nû.

Steinmeier, wek berbijêrê Partîyên Yekitîya Xirîstîyan û Partîya Demokrat ya Civakî ket hilbijartinê.

Ji partîyên cûda gelek sîyasetmedear piştgirîyê didin Steinmeier, ku ew di navber salên 2005-2009 û 2013-2017an de wezîrê karên derve bû.

Serokomarê nû, par jjbo Serokê Amerîka Donald gotibû ku ''ew nefretê diafirîne''

Li Almanya serokomarî meqameke sembolîk e. Serokomarê ku niha li ser kar e Joachim Gauck e ku dema wî di 18'ê Adar'ê de bi dawî dibe.

XS
SM
MD
LG