Lînkên eksesibilîtî

Îran Roja Înê Serokomarê Nû Hildibijêre


Îranî jibo hilbijartina serokomarîyê roja Înê diçin ser sindoqan ku di heman rojê de Serokê Amerîka Donald Trump diçe Erebîstana Siûdî. Karbidestên Siûdî ragihandibûn ku ewê di vê mehê de dijî Îranê dest bi şerekî bikin.

Alîgirên tundrêbûnê, ramanên damezirînerê Komara Îranê ya Îslamî dibêjin ku li gor wan "berpirsê hemî kêşeyan Amerîka ye" Heman alîgir, ku ser wan bandora rêberê olî Ayetullah Alî Hamaney heye, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî jiber nêzikbûna bi Amerîka re rexne dikin. Alîgirên tundrê, herwiha Ruhanî bi pêkanîna populîzma aborî tawambar dikin.

Dibe ku Ruhanî careke din wek serokomar neyê hilbijartin. Hin pispor dibêjin ku ewê di hilbijartinê de Îbrahîm Raysî, ku dozgerê kevn e, bi ser keve.

Sazîya aborî ya Amerîkî, Exotix Partners, ji bazirganan da ragihand ku dibe ku Ruhanî hilbijartinê qezenc neke.

Analîstên Exotix Partners'ê Hasnaîn Malî û Stuart Culverhouse dîyar kirin ku ji şoreşê vir ve li Îranê hemî serokomar du car bi ser ketine, lê jiber ku peymana nukleer ya ku Ruhanî bi dewletên rojava re îmza kiriye hîn ti kar ji gel re çênekiriye, serkeftina wî zor e.

Berbijêrê din Muhammed Bager Qalîbaf jî ji hilbijartinê vekişîya û dîyar kir ku ewê piştgirîya Raysî bike, lê ne zelal e ku dê alîgirên Qalîbaf dengên xwe bo Raysî bi kar bînin. Lewre Qalîbaf li gor Raysî hîn reformîst e û Raysî dema ku dozger bû, bo bi sedan girtîyên sîyasî cezaya kuştinê dabû. Raysî niha li Tehran ya payxtaxt bajarvan e.

Hamaney bi awayekî fermî piştgirîya xwe jibo Raysî nîşan nedaye, lê Ruhanî rexne dike. Hamaney, di sersala Adarê de dîyar kiribû ku ewê di sala nû de jiber kêşeyên enflasyon û bêkarbûn reşbînî zêde bibe.

Serokomarê kevn Muhammed Hatemî piştgirîya xwe jibo Ruhanî nîşan da. Hatemî da zanîn ku tevî hemî zext û kêşeyan, Ruhanî serkeftinên mezin bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG