Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte Dê Karvekişîna Xwe Ragihîne


Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dê karvekişîna xwe ragihîne.

Ofîsa Serokwezîrîya Îtalya dîyar kir ku Conte dê roja Sêşemê piştî civîna wezîran karê xwe berde.

Hefteya borî, Serokwezîrê berê Matteo Renzin ji koalîsyonê veqetîyabû û Conte piranîya li senato, ku civata jorîn ya parlamanê ye, hinda kiribû.

Conte hewil dabû ku ji senatorên serbixwe û yên li navendê piştgirîyê bistîne, lê hewildanên wî bi ser neketibûn.

Ti peywendîya rastexwe ya Conte bi partîyan re tune, lê ew nêzîkî Tevgera 5 Stêrkan e.

Tevgera 5 Stêrkan ragihand ku ewê di danûstandinên bo hikûmeta nû de piştgirîya Conte bikin.

XS
SM
MD
LG