Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Pakistanê bi Astengkirina Dadgehê Hat Ceza Kirin


Girjîya navbera Dadgeha Bilind ya Pakistanê û Serokwezîr Yusuf Riza Geylanî bi dawî hat, piştî ku Dadgeha Bilind Geylanî bi astengkirina biryara dadgehê mahkum kir.

Dadgeha Bilind roja Pêncşemê li Îslamabadê ev biryar da ku serokwezîr rê li ber biryara dadgehê girtîye ku doza dizî û perê xwarinê ya dijî Serok Asif Alî Zerdarî jinûve veke.

Lê, dadgeha bilind di vê demê de ti cezayê zindanê li birêz Geylanî nebirîye.

Pêkan bû ku serokwezîr bo dema şeş mehan ketiba zindanê. Cezaya birêz Geylanî tê vê wateyê ku niha sedem hene ew ji parlemanê were bidûr xistin.

Parêzerê serokwezîr, Aitzaz Ahsan ji rojnamevanan re got, birêz Geylanî wê dijî biryara dadgeha bilind daxwaza berdevanê (îtîraz) bike, piştî ku ew bêtir zanîn derbarê biryarê wergire.

Rêberên opozîsyonê jî nerazîbûna xwe li dijî Geylanî bilind dikin.Serokwezîrê berê yê Pakistanê Nawaz Şerîf bang li Geylanî kir ku desthilatê berde. Wî got, ew nema qebûl dikin ku Yusuf Riza Geylanî wekî serokwezîr bimîne.

XS
SM
MD
LG