Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Qatarê: Di Mîsyona Çavdêrîyê ya Sûrîyê de Hîn Şaşitî Hatine kirin


Çavdêrên Yekîtîya Ereb li Sûrîyê ne

Serokwezîrê Qatarê dibêje, di erka çavdêrîyê ya Yekîtîya Ereb ya li Sûrîyê de hîn şaşitî hatine kirin.

Serokwezîr Hamad bîn Casim El Thanî mîsyona yekîtîyê, do Çarşemê di kombûneke de ligel Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon gotûbêj kir, li vê demê ku grubên opozîsyonê rexne dikin ku hikûmeta Sûrî çavdêran dixapîne.

Ajansa dewletê ya Kuweytî KUNA ji zarê serokwezîr ku di heman demê de seroktîya mîsyona Yekîtîya Ereb ya li Sûrîyê dike, radigihîne ku ev, erka pêşîn ya yekîtîyê ye û wan her wiha axifîne ku tecrûbeyên xwe ligel Neteweyên Yekbûyî parve bikin.

Wezîrên Yekîtîya Ereb, li ber e roja Şemîyê kom bibin da ku nirxandina şandeya çavdêr bikin ku hikûmeta Sûrî soza xwe ya dawîanîna eciqandin û tepeserkirina xwenîşandêran cîh tîne yan ne.

Nûnerê taybet yê Rohjilata Navîn yê rêvebirîya Obama, Jeffrey Feltman jî îro Pêncşemê li Qahîrê danûstandinan bike.

Grubên opozîsyonê dibêjin, hikûmeta Sûrî agahîyên çewt dide çavdêran û wan dibe deverên dilsozên hikûmetê. Opozîsyona Sûrî her wiha dibêje, hikûmeta Esed navên cadeyan diguhere ku aqlê çavdêran tevlihev bike û piştgirên hikûmetê dişîne taxên dijbêr ku îfadeyên xelet bidin.

Medyaya dewleta Sûrî îro Pêncşemê dîyar kir ku hikûmeta Sûrî 552 girtîyên sîyasî azad kirin ku di alozîyan de cîh girtibûn, lê kuştinkarî nekirîbûn.

XS
SM
MD
LG