Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Divê Esed Dest ji Desthilatê Berde


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan.

Serokwezîrê Tirkîyê daxwaz li Serokê Sûrî Beşar El Esed kir ku dest ji desthilatê berde.

Di gotareka televizyonî de roja Sêşembê, Recep Tayyip Erdogan got ku divê birêz Esed dest ji serokatîyê berde bo parastina berjewendiya gelê Sûrî û tevaya herêmê.

Ev cara yekemîn e ku mezinhêzeka herêmê daxwazê li serokê Sûrî bikit dest ji serokatî berde, herçende Esed hevalbendekê nizîkê Erdoganî bû.

Têkeliyên navbera Tirkîye û Sûrîyê aloztir bûn, piştî çekdara roja Duşembî li bakûrê Sûrîyê karwanekê otombûsên haciyên Tirkîyê gulebaran kirin. du Tirk di wê hêrişê de birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG