Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serwan Baran: Pêşangeha Min Bersiva Hovîtiya Cengê Dide


Hûnermendê şêwekar Serwan Baran, bi 28 kevalên nû pêşangeha xwe ya taybet li Byerûtê vekir.

Hunermend Serwan, yek ji hunermendên naskirîye di Rojhilata Navîn de û hin welatên cîhanî de, bi berhemên xwe yên balkêş û seyr.

Serwan Baran
Serwan Baran

Ji destpêka Serwan ve, wekû hunermendekî akadimî, karîbû balê bikşîne ser behera xwe ya zîrek û teknîka xwe ya ciwan, ku reng û firçeyan li gorî hest û bîrokên xwe bikar tîne.

Ji Bexdadê , Şam, Kurdistan ta Beyrûtê, ew bi çavê hestayrî li rûdawên cengê, kuştinê, diktatoriyê û tûndûtijîyê temaşa dike û wan bi awayekî hunerî ast bilind şîrove dike.

Serwan Baran
Serwan Baran

Di pêşangeha xwe ya dawî de, mijara Serwan "Kûçik " bû, ku li baw wî sembola hovîtî, dijîtî û rikeberiya mirovan e.

Ew dibêje : "Min gewdê Kûçik bikar anî mîna seboleke Metolocîk, ku bi liva gewdê wî hemû rengên tûndûtijiyê diyar dibin....ev karvedana cenga bê hempa ye."

Serwan Baran
Serwan Baran

Pêşangeha Serwan bala cemawerên hunerê kişandiye, bi pisên nû, şêweyeke nû, û her wiha jî huner rakirye asata bilind wekû berpirs di rûdawên heyî de di jiyana me de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:24 0:00

XS
SM
MD
LG