Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî Daxwaza Referanduma Serxwebûnê ji Parlemanê Dike


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî îro Pêncşemê daxwaz ji parlemanê kir ku komîteyek pêk bîne, jibo cîhanîna referanduma serxwebûnê.

Li gor rojnameya Guardian ya Britanî, Barzanî di civînê de gotiye ku rewşa heyî li Îraqê encama sîyasetên neyênî ya Nûrî Malikî ye û tevî ku wan Malikî hişyar kiribe jî Malikî guh nedaye wan.

“Divê gelê me bi vê referandumê ser çarenivîsa xwe biryara xwe bidin. Ez dixwazim dîyar bikim ku piştgiriya me ya navnetewî jî heye û yên ku piştgirîya me nakin dijminatîya me jî nakin.”

Parlemanter Ferhad Sofî ji Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), ku di rûniştina girtî ya parlemanê de hazir bûye, li ser daxwaza Barzanî rojnameya Guardian re wiha axifîye:

“Serok Barzanî ji me xwest ku komîsyoneke serbixwe ya referandumê pêk bînin, lê muhlteke berbiçav jibo karê wê komîsyonê û pêkanîna referandumê dîyar nekir.”

Nûçegîhanên Pişka Kurdî ji Herêma Kurdistanê nêrînên gel li ser biryara birêz Barzanî radigîhînin.

Raporta Selam Balayî

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00
Direct link

Raporta Omer Ferhadî

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00
Direct link

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG