Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Referanduma Serxwebûnê de li Katalonya Protesto Pêk Hatin


Li herêma Katalonya ya Îspanya, di salvegera referanduma serxwebûnê de bi hezaran kes li bajarên mezin protesto li dar xistin.

Li Barselona di navbera xwepêşandaner û polîsan de pevçûn çêbûn.

Zêdetirê 180,000 kes beşdarî meşa li Barselona bûn.

Li pêş parlamentoya herêmî ya Katalonya, di navbera polîs û xwepêşandaneran de pevçûn pêk hat.

Bi sedan xwepêşandanera, rêyên xetên trenê û yên din girtin.

Li Katalonya, di 1’ê Cotmeha 2017’an de referanduma serxwebûnê çêbûbû û rêvebirîyê di 27’ê Cotmehê de serxwebûn ragihandibû.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya dîyar kiribû ku referandum dijî qanûnan e hikûmeta Madrîdê dest danîbû ser rêvebirîya Katalonya.

XS
SM
MD
LG